19 sal in Ocalan girtî ye.. Tirkiye ji pêvajoya aştiyê bo operasyona Efrînê

Îro 15ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan e. Ocalan ev 19 sal in di girtîgeha Îmraliyê de cezaya heta hetayê dikşîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/441fdad0-dd28-4063-9037-5b75d04ffcb7/ujalan.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro 15ê Sibatê salvegera girtina Rêberê PKKê Abdulah Ocalan e. Ocalan ev 19 sal in di girtîgeha Îmraliyê de cezaya heta hetayê dikşîne. Di pêvajoya 19 salan de Ocalan gelek caran bang li dewleta Tirkiyê û PKKê kir, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî çek werin bêdengkirin. PKK û hikûmeta Tirkiyê di pêvajoya çareseriyê de nêzikî aştiyê bûbûn, lê biser nektin. Îro şer dijwartir bûye ji Bakurê Kurdistanê veguhestiye Efrîna Rojavayê Kurdistanê. 

Çîroka girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 16ê Îlona 1998an de dest pê dike. Fermandarê Hêzên Bejahî a wê demê Atîlla Ateş gef li Sûriyê xwar û got êdî sebra wan nemaye û divê Sûriye Ocalan nehewîne.

Ocalan jî fam kir, êdî ew nikare li Şamê bimîne û di 9ê Mijdara 1998an bi firokeyekê çû Atînayê. Lê Atîna deriyên xwe li pêş Ocalan girt. Piştre ne Rûsya, ne Hollanda ne jî Îtalyayê Ocalan nehewand. Rawestgeha dawî Kenya bû, lê MÎT cihê wî nedizanî. 

4ê Sibatê berpirsê CIAê yê Enqeyê ligel Şewîrmendê MÎTê Şengal Atasagunî civiya û pêşniyara radestkirina Ocalanî kir.  Piştî 13 rojan MÎT bi alîkariya CIAê operasyonek bi rê ve bir û Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît girtina Abdulah Ocalan ragihand.

Dadgehkirina Ocalan di 31ê Gulanê de dest pê kir û wî  di mehkemeya xwe de tezeke bi navê Komara Demokratîk anî ziman. Di çarçoveya wê tezê de lêborîna xwe ji dayikên leşkerên Tirkiyê xwast û got, Armanca wî ne avakirina dewleteka Kurdî ye. Ew ji bo aştiya civakî ya Tirkiyê û komara demokratîk amade ye xizmeta dewletê bike. Piştre bang li PKKê kir, ku hêzên xwe yên leşkerî ji nav sînorên Tirkiyê dêrxe û agirbestê rabigihîne.

PKK banga Abdullah Ocalan pejirand. Him hêzên xwe vekişand him jî heta 5 salan agirbest ragihand. Lê di sala 2004an de careke din dest bi şerê çekdarî kir.

Salên 2012 û 2015an girîngtirîn dîroka şerê PKKê bû. Lewra di navbera wan û hikûmeta Tirkiyê de pêvajoyek aştiyê bi rê ve diçû û çek bêdeng bûbûn. Lê ev pêvajo jî di Tîrmeha 2015an de bi teqîna Pirsûsê û kuştina 2 polîsên li navçeya Serekaniyê bidawî hat.

Hikûmeta Tirkiyê berî çareserkirina pirsa Kurdî daxwaza çekdanînê li PKKê dikir. Li gor PKKê jî armanca dewleta Tirkiyê çareserkirina pirsa Kurdî nebû, lê jinavbirina PKKê bû.

Lê di derbarê sedema şikestina pêvajoya aştiyê de daxuyaniya herî balkêş endamê şandeya Îmraliyê Hatîp Dîcle da. Dîcle du meh berê di bernameyeke televîzyonî de aşkere kir, generalên kemalîst û ergenekonî bi şertê ku dawî li pêvajoya aştiyê were bi riya Serokê berê yê CHPê Denîz Baykal peyama hevpeymaniyê ji Serolomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re birine. Erdogan jî hevpeymaniya ergenokoniyan qebûl kiriye û dawî li pêvajoyê aniye.

Sedem her çi be, şikestina pêvajoya aştiyê şerekî dijwar bi xwe re anî. Ev şer niha veguhestiye Efrînê, Tirkiye ne tenê li Efrînê, li Şengal û Qendîlê jî gefa operasyonê dixwe.