Medyaya Almanyayê spasiya Kurdistanê dike

Li gor zanyariyên rojnameyên Almanyayê, dezgehên ewlehiyê, Pêşmerge û polîsa Herêma Kurdistanê tometbarê kuştina keçeke Almanî yê bi navê “Elî. B” desteser dikin û biryar e îro vegerînin Almanyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor zanyariyên rojnameyên Almanyayê, dezgehên ewlehiyê, Pêşmerge û polîsa Herêma Kurdistanê tometbarê kuştina keçeke Almanî yê bi navê “Elî. B” desteser dikin û biryar e îro vegerînin Almanyayê.

Rojnameyên Almanî çend raport li ser wê bûyerê û çawaniya desteserkirina tometbar Elî û radestkirina wî ji Almanyayê re nivîsîne. Derbarê de hevkariya dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi desthilatên Almanyayê re, rojnameya Bild nivîsiye, pêwîst e hikûmeta Almanyayê spasiya Kurdan bike.

Elî. B bi destdirêjahiya seksî û kuştina keçeke Almanî ya 14 salî ya bi navê Suzane tometbar e, piştî kuştinê reviyabû Kurdistanê, rojnameyên Almanî jî dibêjin, roja Înê 8ê Hezîranê Elî ji aliyê dezgehên ewehiya Kurdistanê ve hatibû desteserkirin û biryar e îro bo Almanyayê bê veguhastin.

Rojnameyên Wiesbaden û Allgemeine Zeitung Mainz nivîsîne, Elî di bin çavdêriya Polîsa Federal a Almanyayê vedigere Almanyayê.

 

S. B