Zaxarova ji K24 re: Mafê Suriye ye berevaniyê ji serweriya xwe re bike
K24- Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova di bersiva pirsa Nûçegihanê Kurdistan 24 di derbarê gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê de ragihand, Sûriye welatekî yekgirtî û serbixwe ye.
Hikûmetek rewa heye, ligor Destûr û yasayên navdewletî, mafê Hikûmeta Sûriyê heye ku, berevaniyê ji serweriya xwe re bike.
Li Sûriye, Rûsya digel Tirkiye çendîn rêkeftin encam dan e. Herweha ligel Tirkiye û Îranê garantorên Pêvajoya Astana ne.
Bi taybetî di dema dawî de, Rûsa pirsa rojhilatê Firatê tîne rojevê û diyar dike ku, mafê hikumeta Sûriye heye, rê nede tu hebûnek din li rojhilatê Firat.
C.B