Tirkiye: Me stratejiya şerê li dijî PKKê guhertiye

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, heta PKK dawî dibe, dê şerê wan jî berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, heta PKK dawî dibe, dê şerê wan jî berdewam bike.

Cigîrê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay dibêje, wan li dijî PKKê stratejiya xwe ya şerî guhertiye. Êdî ew piştî êrîşên PKKê operasyonan nakin. Ew li dijî PKKê bênavber operasyon dikin û heta dawiya wê bînin dê şerê wan jî berdewam bike.

Oktay da zanîn, di wê çarçoveyê de wan li çiya û gundewaran nêzikê 90 hezar, li bajaran jî nêzikê 7 hezar operasyon li dijî PKKê kirine.

Ev axaftina Fuat Oktay piştî banga destpêkirina pêvajoya aştiyê ya Hevseroka HDPê Perwîn Buldanê tê.

 

S. B