Salih Mislim: Em nizanin armanca Trump ji navçeya ewle çi ye

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Mislim diyar kir, ew nizanin mebesta Serokê Amerîka Donald Trump ji avakirina 'Navçeya Ewle çi ye.'

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Mislim diyar kir, ew nizanin mebesta Serokê Amerîka Donald Trump ji avakirina 'Navçeya Ewle çi ye.'

Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEM'ê Salih Mislim li ser daxuyaniya Trump a li ser avakirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê ji rojnameya “Duvar” re axivî.

Salih Mislim wiha got: "Bi rastî em nizanin pirsa navçeya ewle wê çawa be. Em weke 'Herêma Ewlekariyê' fêm dikin."

Salih Mislim diyar kir, navçeya ewle dê ne ji aliyê Tirkiyeyê ve bê avakirin û got, "Dibe di bin banê Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê yan jî hêza Neteweyên Yekgirtî (NY) de be."

Salih Mislim diyar kir, ew nuh daxuyaniyên Amerîka yên li ser navçeya aram dibihîsin û di navbera wan de ti axaftin li ser vê yekê nehatiye kirin.

Serokê Amerîka Donald Trump duhî di tiwttekê de nivîsî: “heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê aboriya Tirkiyê were jinavbirin.” Herwiha amaje bi wê yekê kir jî, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bike.

 

S. B