Tirkiye: Ger Amerîka alîkariya YPG berdewam bike emê bingeha Încerlîkê bigirin

Fikrî Îşk: Heger em wê bingehê li ber Amerîka bigirtin, ewê çewa serederiyê li gel operasyonên ezmanî bike?

K24 - Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Fikrî Îşk ragihand, ku heger Amerîka şandina alîkariyan ji bo YPG berdewam bike, divê careke din Washington hizirê li xizmetkariyên bingeha ezmanî ya Încerlîk bike.

Fikrî Îşk got: "Heger em wê bingehê li ber Amerîka bigirtin, ewê çewa serederiyê li gel operasyonên ezmanî bike?"

Ji aliyê xwe ve, wezîrê berê yê bergiriya Tirkiyê tekez kir, ku bijardeya girtina bingeha ezmanî ya Încerlîkê di bernameya wan daye, heger hat û li gel Washingtonê lihevkirin çênebe.

Girêdayî heman mijarê, biryar e îro wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson li gel şandeke Amerîkî pilebilind serdana Tirkiyê bike û li gel berpirsên Enqera, nerazîbûna Tirkiyê li ser biçekkirina YPGê û pêwendiyên herdu welatan gotûbêjan bikin.