Holenda rê nade Tirkiyê

Duh jî serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz ragihandibû, ku ewê li welatê xwe bangeşeyên hilbijartinên Tirkiyê qedexe bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî welatê Nemsayê, Holenda jî rê nade Tirkiye, ku li wî welatî bangeşeya hilbijartinên 24ê Hizêranê bike.

Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte ragihand, ku nabe Serokê Tikriyê Recep Tayip Erdogan û wezîrên wî, li Holenda bangeşeya hilbijartinê bikin.

Hikûmeta Holendî diyar kir, ku eger heye bangeşeyên hilbijartinan gefê li ser aramiya civakî ya Holendayê çêke. Lerwa ew naxwazin pirsgirêkên ji derve derbasî nav Holanda bibin.

Duh jî serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz ragihandibû, ku ewê li welatê xwe bangeşeyên hilbijartinên Tirkiyê qedexe bikin.

Pitşî ku serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan 24 Hizêrana dahatî ji bo encamdana hilbijartinên pêşwext ragihand, duh Perlemana Tirkiyê, bi piraniya dengan ew yek pejirand.    

N.O