Kasim Silêmanî soza heyfê hemberê DAIŞ da

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku serbirîna serbazek Îranî ji aliyê DAIŞ ve bi vidyoyekê hate belavkirin, li Îranê dilgiraniyek mezin peyda bû û berpirsiyarê operasyonên derve yê hêza Qudsê Kasim Silêmanî, soz a tolhildanê hember DAIŞ da û got ku, ew dê DAIŞ biqedînin, hemûyan bikujin.

Berî çendîn rojan li devera tanaf a liser sînorê Iraq û Suriyê de serbazek Îranî bi navê Muhsin Hûcecî hatibê dîl girtin û paşî serê wî hatibû birîn, ku DAIŞ bi vidyoyeykê weşand.

Herweha di vidyoyek din de,  DAIŞ soz a êrîşê liser Tehranê da bû.