Rêvebiriya Xweser 10 xalên ji bo diyalogê bi rejîmê re destnîşan kirin

Hin xalên belgenameya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re amade kirin e, di medya nêzîkî Rêvebiriya Xweser de hatin weşandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hin xalên belgenameya ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re amade kirin e,  di medya nêzîkî Rêvebiriya Xweser de hatin weşandin. Ew 10 xal ên ku hatine ragihandin ev in:

  1. Yekitiya axa Sûriyê.
  2. Sîstema Sûriyê dê sîstemeke komarî ya demokratîk be, rêveberiyên xweser beşek ji vê sîstemê ne.
  3. Dê nûnerên rêveberiya xweser di parlemana navendî ya li Şamê de hebin.
  4. Li kêleka ala Sûriyê dê alên rêveberiyên xweser jî hebin.
  5. Xebatên dîplomasiyê li herêmên rêveberiyên xweser bi awayê ku ne li dijî berjewendiyên gelên Sûriyê û ne li dijî makezagonê (destûr) bin, bêne birêvebirin.
  6. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşek ji artêşa Sûriyê ne, ew berpirsê parastina sînorên Sûriyê ne.
  7. Hêzên Ewlehiya Hundirîn li herêmên rêveberiyên xweser, girêdayî meclisên herêmî dixebitin, bi awayê ku ne li dijî makezagona Sûriyê be.
  8. Li herêmên rêveberiyên xweser zimanê dayikê zimanê perwerdeyê ye, zimanê fermî jî li Sûriyê erebî ye.
  9. Li herêmên rêveberiyên xweser li fakulteyên dîrok, çand, ziman û wêje û beşên girêdayî wan, zimanê perwerdeyê dê zimanên herêmî bin.
  10. Xêr û bêrên (dewlemendÎ) Sûriyê bi awayekî dadmend li herêman bêne belavkirin.

 

 

C.B