Jineke din bo Ocelan dawî li jiyana xwe anî

Zindaniyeke din jî bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zindaniyeke din jî bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan di çarçoveya baneşeyên hilbijartinê de li bajarokê Pîranê yê Diyarbekirê axivî û eşkere kir, zindaniyeke jin a bi navê Ayten Beçet ji bo rakirina tecrîda li ser  Abdullah Ocalan li zîndana Kandra ya Koçealiyê dawî jiyana xwe aniye.

Buldan got jî, divê hikûmeta Tirkiyê li beramberî mirinan xwe bêdeng neke û tecrîda li ser dawî Ocalanî rake.

Ev yek di demekê de roja 17ê vê mehê girtiyê Kurd yê bi navê Zulkûf Gezen di zîndana Tekirdaxê de bi armanca protestokirina dorpêça ser Ocalan xwe bidarve kir û dawî li jîyana xwe anîbû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 5 hezaran zêdetir kes ji bo ku goşegiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were rakirin di greva birçîbûnê de ne.

 

S. B