Kurdistan HDP: “NA” bikar tînin

HDP: “NA” bikar tînin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgira Serokê Koma (HDP) ya Parlamentoya Tirkiyê Fîlîz Kerestecîoglu da xuyakirin, dê hilbijêrên wan li her derê biçin ser sindoqan û dengên "Na" bikar bînin.

Fîlîz Kerestecîoglu, li Parlamentoya Tirkiyê derbarê nûçeyên boykotkirina referandûmê de, civîneke çapemenî darxist û da zanîn, bi ti awayê mijarek wiha nehatiye rojeva wan.

Kerestecîoglu da xuyakirin, êdî, di dema hilbijartinê de jî nahêlên kes biaxive û nêrînên xwe bêje, lê bi hemû hêza xwe nikarin welatiyan bi bawer bikin.

Herwiha Navenda Rêveberiya HDPê da xuyakirin, di nav du rojan de bi sedan endam û rêveberên wan hatine binçavkirin û di rewşek wiha de çûna hilbijartinê wek "bêehlaqiya siyasî" bi nav kir.