Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo çend pirsên giring gotûbêj kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî encam dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo pêwendiyeke telefonî encam dan.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir, Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo telefona Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û di wê peywendya telefonî de çend mijar û pirsên giring û aktuel gotûbêj kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêşhatên dawiyê û serkeftina arteşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê li deverê û gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê gotûbêj kirin.

Her du aliyan behsa daxwazên hevwelatiyên Îraqê ku heyameke li dijî hikûmeta Îraqê xwepêşandanan dikin, kir û tekîd li ser wê yekê kirin ku divê daxwazên xwepêşanderan bên bicî kirin û ji bo hevwelatiyên Îraqê jiyaneke baştir bê afirandin.

Parastina qurbaniyên destê terorê û yên ku ji destê DAÎŞê hatine rizga rkirin, bi tyabetî êzidî û kirîstiyan, mijarek din ya peywendiya telefoniya navbera serowkezîrê Kurdistanê û wezîrê karûbarên derve yê Amerîkayê bû.

 

S. B