4 kongressmanan daxwaza bidawîkirina êrîşa mîlîşyayên Şîe li ser Herêma Kurdistanê dikin

Çar kongressmanên Amerîkî nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîke re Rex Tillerson re birê kir û daxwaz jê kir bi tevahiya tedabîrên li ber dest, rêgiriyê li êrîşên mîlîşyayên Şîe yên ser bi Îranê ve li ser Herêma Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çar kongressmanan di nameyekê de nîgeraniya xwe ji êrîşên mîlîşyayên Şîe yên bi hevkarî û serperiştiya rasterast a Îranê li ser navçeyên di jêr kontrola Herêma Kurdistanê de nîşan dan û dan zanîn, ew karên hikûmeta Iraqê ji bilî zêdekirina aloziyan li wan navçeyan, ti sûdeke din tê de nîne.

Amaje bi wê kirin ku, her yek ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê du hevbeşên sereke ne di şerê li dijî terorê de.

Di nameyê jî piştevaniya xwe ji Wezîrê Derve yê Amerîka re tekez kirin, ji bo piştevaniya Iraqî û Kurdistaniyan bike, ji bo peydakirina aramiyê li navçê û berdewamiya wan di şerê li dijî terorê de.

Endamên Kongerssa Amerîkî Ralph Abraham, Marsha Blackburn, Jared Polis û Mike Gallagher di dawiya nameya xwe de dibêjin: “Li benda bersiva bilez in”