Erdogan: Heta Cemaeta Xizmet hebe, Rewşa Awarte jî dê hebe

Îro salvegera hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê ye. Sala par komek leşkerên di nav Arteşa Tirkiyeyê de hewl dan ko derbeyeka leşkerî pêk bînin û hikûmeta Tirkiyeyê hilweşînin. Lê hewla wan serneket û di nav şevekê de bidawî hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

 Îro salvegera hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tirmehê ye. Sala par komek leşkerên di nav Arteşa Tirkiyeyê de hewl dan ko derbeyeka leşkerî pêk bînin û hikûmeta Tirkiyeyê hilweşînin. Lê hewla wan serneket û di nav şevekê de bidawî hat. Di encamê de  ji aliyê kesên ko dijî derbeyê bûn 250 kes canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûn. Ji aliyê derbekeran ve jî 104 leşker canê xwe ji dest dan.

Di şeva derbeyê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan rasterast Tevgera Fetullah Gûlenî tohmetbar kir ko hewla derbeyê ji aliyê wê rêxistinê ve hatiye kirin. Lê Fetullah Gûlen di her daxuyaniya xwe de vê tohmetê red kir û hewla derbeyê wekî senaryoya fîlmekî penase kir. Lê dîsa jî li dijî Tevgera Gûlen operasyonên berfireh ko heta niha jî berdewam dikin destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê piştî hewla derbeyê di nav salekî de 169 hezar û 13 kes hatine lêpirsînkirin. Ji wan 50 hezar û 510 kes piştî mehkemekirinê hatine girtin. Derbarê 8 hezar û 87 kesan de jî biryara girtinê heye.

Wezareta Berevaniyê jî ragihand ko 7 hezar û 655 leşker ji Arteşa Tirkiyeyê hatine dêrxistin. Ji wan 150 kes general,  4 hezar û 287 kes jî efser in. 

Hewla derbeyê Bûrokrasiya Tirkiyeyê jî serûbin kir. Ji zêdetirî sed hezarî karmendên dewletê ji kar hatin dêrxistin. Ji wan 33 hezar û 074 kes karmendên Wezreta Perwedehiyê, 21 Hezar û 681 kes jî karmendê Wezareta Navxwe ne.

Ev girtin û jikardûrxistina karmendên dewletê di çarçoveya rewşa awarteyê ko piştî hewla derbeya leşkerî hatibû ragihandin û heta niha jî berdewam dike pêk hatin. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan çend rojan berî niha ragihandibû ko heta Tevgera Fetullah Gûlen bê têkbirin dê rewşa awarte berdewam bike. Ev daxuyanî jî nîşan dide ko aloziya di nav Tirkiyeyê de dê demek direj berdewam bike.