HDP: Hilbijartin nêzîk bû, helwêsta şer germ bû!

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin, çiqas hilbijartin nêzîk dibe, helwesta desthilatê ya derxistina şer ewqas zêde dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin, çiqas hilbijartin nêzîk dibe, helwesta desthilatê ya derxistina şer ewqas zêde dibe.

Hevserokên HDPê Perwîn Buldan û Sezaî Temellî derbarê gef û êrişên desthilata Tirkiyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û dan zanîn, jiber nêzîkbûna hilbijartinên 31'ê Adarê, Serokomar Erdogan dixwaze dengderên neteweperst bikşîne aliyê xwe.

Dan zanîn, piştî gefên Erdogan, êriş li Şengal û Mexmûrê hatiye kirin û ev helwest nîşaneya azar û karesatên nû ye ku li Efrînê dîroka kevnar hat tunekirina û 200 hezar Efrînê ji mal û milkên xwe hatine dûrxistin.

Hevserokan dan xûyakirin, ji şûna ku desthilat rêxistinên cîhadî û tundrewên wek DAIŞ bike armanc, Kurd û Erebên hember wan şer dikin dike armanc û bang li rayagiştî ya navnetewî tê kirin ku, hember gef û êrişên Erdogan bêdeng nemîn e.

 

 

 

C.B