Hevserokê ESDê piştgîriya referandûmê dike

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Riyaz Derar piştgîriya xwe ji encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê re eşkere dike û dide zanîn ku ji mafê her miletekî ye çarenûsa xwe bibijêre.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hevserokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Riyaz Derar piştgîriya xwe ji encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê re eşkere dike û dide zanîn ku ji mafê her miletekî ye çarenûsa xwe bibijêre.

Hevserokê ESD ku cara yekemîn serdana Rojavayê Kurdistanê dike, da zanîn jî ku bicîkirina referandûmê yek ji pêdiviyên giring e ji deverê re.

Riyaz Dirar ji K24ê re wiha axivî: “Bi rastî serketinên ku li Herêma Kurdistanê çê dibin, ne di bin saya sîstema navendî de çê bûne. Gelek zordarî û binpêkirin hebû, lê niha azadî û pêşketin heye. Herwiha gelek dezgehên ragihandinê lê kar dikin.”

Hevserokê ESDê got jî: “Hêviya me ew e ku lihevhatin di navbera hêzên siyasî de zêdetir bibe, li ser bingeha rêzgirtinê ji nerînên cêwaz re û sebaret bi mafê çarenûsî, em çi bi mabûna di gel dewletê re be yan jî serxwebûn be, tiştê li Herêma Kurdistanê dibe pêdiviyek e ji deverê re û ji mafê wan e çi biryarê bistînin, lê di çarçoveyeke demoqratîk de.