Erdogan gefa li dijî rojhilatê Ferêt dubare dike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gefên xwe li dijî rojhilatê çemê Ferêt dubare dike û radigihîne, ewê bingehên YPGê yên li rojhilatê çemê Ferêt kavil bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan gefên xwe li dijî rojhilatê çemê Ferêt dubare dike û radigihîne, ewê bingehên YPGê yên li rojhilatê çemê Ferêt kavil bikin.

Erdogan li bajarê Ispartayê di rêwresmeke leşkerî de axivî û careke din gefa operasyonên nû li dijî YPGê xwar û got: Di demeke gelek nêzikê de ew ê li dijî rojhilatê Ferêt operasyon bikin û bingehên YPGê kavil bikin. Serokomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir, ew derbeyên mezin li PKK û YPGê didin û dê şerê wan bi giranî berdewam bike, ku di dîroka xwe da rast lê nehatine.

Artêşa Tirkiyê ku ji sala 2016an ve hêzên xwe derbasî xaka Sûriyê kiriye, bi dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî de û avakirina 12 xalên çavdêriyê li parêzgeha Idlibê, bakurê Sûriyê ji rojavayê çemê Ferêt û ta sînorê Hatayê xistiye bin kontrola xwe.

 

S. B