Rûhanî: Me planên Amerika vala derxistin

Ligor nûçeya Ajansa fermî ya Îranê IRNA, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytext Tehranê ligel berpirsên pilebilind ên hukimetê civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor nûçeya Ajansa fermî ya Îranê IRNA, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li paytext Tehranê ligel berpirsên pilebilind ên hukimetê civiya.

Rûhanî ragihand ku, sabîtkirina bihayê Dolar – Tumen ji alî wan ve bersîvek hemberî siyaseta aborî ya Amerika lidij Îranê bû û bi vê yekê Îranê planên Amerika lidij aboriya Iranê vala derxistin.

Ligor Rûhanî sabîtkirina bihayê Dolar – Tumen dibe ku zerarê bigihîne hin kesan, lê ew dive li berjewendiya 80 milyon hevwelatiyên Îranê bifikirin.

Serokomarê Îranê liser nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê Îranê jî rawestiya û diyarkir: “Birêvebirên me bêdeng bûn e, nizanim gelo ditirsin? Ger hin kes gefan li we dikin, wan binêrin cem min, ez dê bersîva wan bidim”.

Rûhanî mebesta xwe ya aliyên gefxwar binav nekir, lê tê bawerkirin ku, behsa aliyên nakok di nav desthilata Tehranê de dike.

 

 

 

C.B