Li Şamê teqîn: 2 kuştî û 6 birîndar

Li Şamê paytexta Sûriyê 3 xwekujan êrîşî navenda polîsa Şamê kir, di encamê de 2 kes hate kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Şamê paytexta Sûriyê 3 xwekujan êrîşî navenda polîsa Şamê kir, di encamê de 2 kes hate kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyê ji ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî re ragihand, 3 xwekujan êrîşî avahiya polîsa bajêr kir li kolana Xalid Bin Welîd kir, 2 xwekujan li pêş avahiyê xwe teqandin, xwekujê sêyemîn jî xwe di deriyê bazara lengê de xwe teqand.

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Polîsa Şamê Mihemed Xêr Îsmaîl derbarê ziyanên êrîşî de ragihand, 2 pasdarên navenda polîsê canê xwe jidest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Ev cara duyem e di vê mehê de binkeyên polîsa Sûriyê tên armanckirin, ku roja 2 vê mehê di encama teqîna otombêleke bombekirî de li devera Meydan li Şamê 15 kesan canên xwe jidest dan.