Tirkiyê Rewşa Awarte careke din tê dirêjkirin

Rewşa Awarte careke din tê dirêjkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî encamdana referandumê li Tirkiyê, rewşa awarte careke din bo maweya 3 mehan tê dirêjkirin.

Li Tirkiyê encamên referandumê diyar bûn. Guhertina destûrê û derbasbûna sîstema serokomarî hat qebûlkirin.

Biryar e îro Desteya Ewlekariya Tirkiye bicive û biryara dirêjkirina rewşa awarte pêşniyarê Encûmena Wezîran bike.

Bi erêkirina Encûmena Wezîran û pişt re bi pejirandina Parlamentoyê dê rewşa awarte bo maweya 3 mehan bê dirêjkirin.

Piştî hewldana derbeya serbazî 15'ê Tîrmeha 2016'ê, 20 wê mehê rewşa awarte hatibû ragehandin û 19'ê vê mehê roja dawî ya rewşa awarte ye.