Mesrûr Barzanî: li ser binemaya berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re dikin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re dike, ne ku bi kesayetiyan re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re dike, ne ku bi kesayetiyan re.

Daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di çarçova pêşwazîkirina li Balyoza Australiya ya nû li Iraqê Joanne Loundes de hat û ragihand, pêwîst e rêz li daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê bê girtin û dupat li girîngiya cibicîkirina destûrê, hevbeşiya rasteqîne û birêvebirina welat kir.

Di hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê ji Joanne Loundes re di posta xwe nû de xwast û pêzanîna xwe derbarê hevkariyên Australiyayê ya di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de pêşkêş kiriye nîşan da.

Derbarê proseya siyasî û mîkanîzm û astengiyên hilbijartinên Iraqê de, Mesrûr Barzan tekezî li ser vegera proseya siyasî ya Iraqê li ser riya dirust kir û ragihand, pêwîst e rêz li daxwaz û mafên tevahiya pêkhateyên Iraqê bê girtin û tekezî li ser cibicîkirina destûrê û hevbeşiya rasteqîne di biryar û birêvebirina welêt kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ameje bi wê jî da, ku Herêma Kurdistanê li ser binemaya bername û berçavgirtina mafên destûrî kar bi hikûmeta dahatî re dike, ne bi kesayetiyan re.

 

S. B