Erdogan: Emê ji bo aramiya navçeyê bixebitin

Erdogan serdana Azerbêcanê kir û li wir ragihand, ku Tirkiye û Azerbêcan yek milet in, lê du dewlet in û ewê bihevre ji bo aramiya navçeyê bixebitin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan, piştî merasîma sûndxwarinê wek serokê nû yê Tirkiyê, serdana Azerbêcanê kir û li wir ragihand, ku Tirkiye û Azerbêcan yek milet in, lê du dewlet in û ewê bihevre ji bo aramiya navçeyê bixebitin.

Receb Tayib Erdogan, tevî şanda pê re, piştî hevdîtinê bi serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev re, kongirekî rojnamevanî lidar xistin.

Erdogan bal kişand ser giringiya pêwendiya aliyan û got: Em yek milet in, lê di nav du dewletan de ne û hertim bi vê helwestê nêzîkî hev bûne.

Serokê Tirkiyê tekez kir, ku ewê pêwendiyên xwe yên abûrî bi Azerbêcanê re bigihînin astê herî bilind û li gel Azerbêcanê, ewê ji bo aramî û aştiya navçeyê xebatê bikin.

N.O