Kurdistan Siyasetmedarên Rojava: Tirkiye berve dîktatoriyê ve diçe

 

K24 – Qamişlo

Siyasetmedarên Kurd li Rojavayê Kurdistanê dibînin ku erêkirina li ser sîstema serokatiyê li Tirkiyê dê bi bandorên xirab li ser Rojava hebin. Herwiha dibêjin ku girtina rojnamevan û siyasetmedaran nîşana avakirina sîstemeke diktatorî ye.

Piştî erêkirina li ser rêferandoma destûrê ji aliyê perlemanatoya Tirkiyê ve, nêzî 55 Milyon kes dê deng bidin li ser van guhertinan, lîsteya van guhertinan 18 madeyan li xwe digre, ku li gorî hin siyasetmedarên Kurd erêkirina li ser van guhertinan dê berê Tirkiyê bide ber bi sîstemeke diktatorî ve. Herwiha tekez dikin ku ev guhertin dê artêşa Tirkiyê bi serokê komarê ve girê bide û ti rol ji perlemantoyê re namîne.

Digel ku hikûmeta Tirkiyê ta niha bi dehan dezgehên ragihandinê girtine û nêzî 100 rojnamevan jî di girtîgehên Tirkiyê de ne, hin siyasetmedar dibînin ku ev yek nîşana çûna Tirkiyê ber bi diktatoriyê ve ye. Herwiha ev yek dê bi bandorên xwe li er dewletên herêmî jî hebe nemaze Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

18 guhertin di destûra Tirkiyê de hatine pêşkêşkirin û tenê rêjeya 51% pêwîst e da ev guhertin cîbecî bibin. Di dema alîgirên guhertinê dibînin ku sîstema serokatiyê dê Tirkiyê bipêş bixe, hin din dibînin ku digel berdewamiya girtina siyasetmedar û rojnamevanan de nemaze alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ti hêviyên demokrasiyê di Tirkiyê de dê nemînin û bandorên vê yekî dê li ser Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê eşkere bin.