Hediye Yûsif: Tirkiye dixwaze DAIŞê li Efrînê vejîne

Hevseroka Encûmena Damezrêner ya Federlîzma Bakurê Sûriyê dibêje: “Zora Tirkiyê çû dema DAIŞê li Reqayê hat jinavbirin, loma bi riya artêşa xwe dixwaze rê li pêş DAIŞê veke, ku DAIŞ li Efrînê ji nû ve vejîne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Damezrêner ya Federlîzma Bakurê Sûriyê dibêje: “Zora Tirkiyê çû dema DAIŞê li Reqayê hat jinavbirin, loma bi riya artêşa xwe dixwaze rê li pêş DAIŞê veke, ku DAIŞ li Efrînê ji nû ve vejîne.”

Hevseroka Encûmena Damezrêner ya Federlîzma Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif li Efrînê ji K24ê re ragihand, li gor rêkeftina di navbara YPG û Hêzên Şeibî de hatiye kirin, Hêzên Şeibî ligel YPGê li ser sînorê bi Tirkiyê re belav bûne û rûbirûyî artêşa Tirkiyê dibin.

Li gor rêkeftinekê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve, ji roja 20ê vê mehê ve sê karwanên wê hêzê derbasî Efrînê bûn.

Hediye Yûsif amaje bi rêkeftina leşkerî ya di navbera YPG û artêşa Sûriyê kir, ku dê di rojên pêş de ev guftûgo li ser astên din jî berdewam bin û got jî: “Herêma Bakurê Sûriyê ji Sûriyeya yekgirtî nehatiye birîn û ji bo pirsgirêk bêne çareserkirin em amade ne guftûgoyê bikin, îro lihevkirineke leşkerî di navbera me de heye, dê di rojên pêş de jî xizmeta vê pêvajoya guftûgoyan bike.”

Got jî: “Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê di encama planekê de hatiye kirin, stratejiya me jî berxwedan e, gelê me dê cihên xwe bernedin, şervanên me dê şer bikin. Di heman demê de em hewl didin dengê xwe bigihînin civaka navdewletî ku êrîşa li ser Efrînê tê kirin ne tenê êrîşeke dagîrkirinê ye, lê êrîşeke qirkirina neteweyekî û gelê Sûriyê ye.”

Derbarê bêdengiya navdewletî de jî Hediye Yûsif got, ji bo ev bêdengiya navdewletî were şikandin, hemû gelê Kurd li hundir û li derveyî welat li ser piyan e û xwepêşandanan dikin, da ku fişarê bixin ser civaka navdewletî û li ser Tirkiyê biçe biryarekê.

Got jî: “Tirkiyê ne tenê li ser me metirsiyeke mezin e, metirsiya Tirkiyê li ser tevahiya cîhanê ye, ji ber ku ew çavkaniya terorê ye û destekê dide terorê. Zora Tirkiyê çû dema DAIŞê li Reqayê hat jinavbirin, loma bi riya artêşa xwe dixwaze rê li pêş DAIŞê veke, ku DAIŞ li vê herêmê ji nû ve vejîne.”