PAK: Em cezaya li Osman Baydemir hatîye birîn şermezar dikin

Ozçelik: Kurdistan ne îcada PAKê yan jî ya Osman Baydemîr e. Kurdistan, rastîyeke coxrafîk, etnîkî û dîrokî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi egera cezadayina Osman Baydemir, ku peyva Kurdistanê li Meclisa Tirkiyê bikar anîbû daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir, ku kopyeyek ji K24 re hatiye rêkirin. Ev naveroka daxûyaniyê ye:

 Parlamenterê HDPyê Rêzdar Osman Baydemir ji ber ku li Parlamentoya Tirkîyeyê peyva 'Kurdistanê' bikar anîbû 12000 lîreyê tirkî ceza lê hate birîn. Em vê cezayê şermezar dikin.

Kurdistan ne îcada PAKê yan jî ya Osman Baydemîr e. Kurdistan, rastîyeke coğrafîk, etnîkî û dîrokî ye. Kurdistan îro navê welatekî ye ku miletê Kurd û gelek gelên weke Suryanî-Keldanî, Ermenî, Ereb, Tirk lê dijîn. 16.01.2018

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê