ENKS: Heger berjewendiya Kurdan di Sochi de hebe, emê beşdar bibin
K24 - Navenda Nûçeyan
Biryare Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûryê li civînekê li Stenbolê lidar bixe, di wê civînê de, wê behsa rewşa Sûryê û beşdariya opozisyonê di kongirê Sochi yê Diyaloga Niştimanî Sûrî de, were gotûbêjkirin.
Ji aliyê xwe ve cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyonê Ebdilbasit Hemû ji Kurdistan24ê re got: "Rûsya û Tirkiyê dixwazin kongirê Sochi biserkeve".
Derbarê beşdariya Kurdan di wî kongirî de, Ebdilbasit Hemo got: "Heger berjewendiyên Kurdan di kongirî de hebin, wê Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyê (ENKS) beşdar bibe".
Biryar e kongirê Sochi yê Diyaloga Niştimanî Sûrî bi beşdariya hersê welatiyên gerentîkar Tirkiye, Rûsya û Îran, li gel Hikûmet û opozisyona Sûriyê û nûnerên Netewên Yekgirtî bê lidarxistin.