Tirkiye: Îmzeya Trump dagîrkeriya Îsraîlê rewa nake

Tirkiye biryara Serokê Amerîka ya naskirina bilindahiyên Golanê wek axa Îsraîlê red dike. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu da xuyakirin, her çiqas pêwendiyên wan bi rejîma Sûriyê re ne baş bin jî ew vê biryarê nas nakin.

K24 – Navenda Nşûçeyan

Duhî Serokê Amerîka Donald Trump li Koşka Spî bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu biryara danpêdana bi serweriya Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê îmze kir.

Mewlud Çawîşoglu got: "Serokê Amerîkayê Trump, belgeya ku Bilindahiyên Golanê qaşo wek axa Îsraîlê ye îmze kir. Em li dijî vê îmzeyê ne. Em dijî vê biryarê ne û qebûl nakin.”

Got jî: “Her çend pêwendiyên me bi rejîma Sûriyê re di vê astê de bin jî, pêwîst nake em vê biryarê nas bikin. Ev der axa Sûriyê ye, ya gelên Sûriyê ye.” 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje: “Ev îmze, dagîrkeriya Îsraîlê rewa nake. Beriya hilbijartinê bo Netanyahu diyarî ye.Em biryarên Amerîkayê ku hiqûqa navnetewî binpê dikin, qebûl nakin. Tirkiye bi civaka navnetewî re tevdigere û heta dawiyê jî li dijî vê biryarê ye."

S. B