Îtalya dostaniya xwe li gel Herêma Kurdistanê tekez dike

Wezîrê derve yê Îtalya pesnê rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de da û tekezî li ser dostanî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di civînekê de bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, wezîrê derve yê Îtalya Angelino Alfano, pesnê rola Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de da û tekezî li ser dostanî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha Angelino Alfano dilxweşiya welatê xwe, ji bo destpêkirina danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de da xuyakirin û hêviya serketinê ji wan danûstendinan re xwest.

Ji aliyê xwe ve serokwezîrê Herêma Kurdistanê sipasiya Îtalya kir li ser piştevanî û alîkariya wê ji Hêzên Pêşmerge re di şerê dijî DAIŞê de û tekezî li ser giringiya rola Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorê kir û diyar kir, ku pêwîst eli gel jinavbirina serbazî ya DAIŞê, sedemên derketina wê girûpê jî bên jinavbirin.

Nêçîrvan Barzanî kurtyek li ser rewşa niha ya Kurdistanê û danûstandinên di nav Hewlêr û Bexdayê de, pêşkêşî wezîrê derve yê Îtalya kir.