Dozgerê giştî yê Îranê daxwaza bidarvekirinê zindaniyê siyasî Ramîn Hisên Penahî dike

Ehmedî Niyaz: Ramîn tenê bangeşe ji bo aliyekî siyasî kiriye û sizaya wî jî, girtina ji bo demeke diyarkirî ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzerê Ramîn Hisên Penahî, Hisên Ehmedî Niyaz ji Kurdistan 24 re ragihand ku, Ramîn bê çek hatiye girtin û desthilata dadweriya Îranê divê  wek girtiyê siyasî danûstandinê li gel wî bike.

Ehmedî Niyaz dibêje, Ramîn tenê bangeşe ji bo aliyekî siyasî kiriye û sizaya wî jî, girtina ji bo demeke diyarkirî ye.

Herweha wî parêzerî eşkere kir ku, dozgerê giştî yê Îranê sizaya bidarvekirinê jê re xwestiye, lê heya niha dadgehê ti biryarek nedaye.