Li Dêrsimê di encama şer de 8 gerîlayên PKKê canên xwe jidest dan
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî daxuyaniya parêzgeriya Dêrsimê, li bajarê Pûlûmûrê, di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar qewimî û di encamê de 8 gerîleyan canê xwe jidest dan.
Parêzgeriya Dêrsimê da zanîn ku operasyonên li dijî PKKê berdewam dikin û di vê çarçoveyê de, 30 gundewarên Dêrsimê wekî herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin.
Derbarê şerê li Dêrsimê, ji aliyê PKKê ve heya dema amadekirina vê nûçeyê, ti daxûyanî nehat dayin.