Li Enqerê Konferansa Komkujî û Trawmaya Dêrsîmê

Li Enqerê di hefteya salvegera Komkujiya Dêrsimê de bi navê ‘Terteleya Dêrsimê Trawma û Bîrewarî’ konferansek hate lidarxistin. Di çalakiyê de siyaseta Dewleta Osmaniyan û Komara Tirkiyê ya ser Dêsimê ligel trawmayan bi her awayî hate niqaşkirin.

 

K24 – Enqere

Li Enqerê di hefteya salvegera Komkujiya Dêrsimê de bi navê ‘Terteleya Dêrsimê Trawma û Bîrewarî’ konferansek hate lidarxistin. Di çalakiyê de siyaseta Dewleta Osmaniyan û Komara Tirkiyê ya ser Dêsimê ligel trawmayan bi her awayî hate niqaşkirin.

Li ser Komkujiya Dêrsimê ku bi hezaran kesî canê xwe ji dest dabû û ewqas jî ji warê xwe hatibûn koçkirin 80ê sal derbas bû. Gelek sazî û dezgehên Dêrsim û Elewiyan di demên cuda de û bi taybetî jî di salvegera komkujiyê de ji bo dengvedan û zelalkirina meseleyê hin çalakiyan pêk tînin. Li paytexta Tirkiyê jî bi minasebeta hefteya komkujiyê konferansek çû serî. Di Konferansê de gelek mijarên cuda bi awayekî berfirehî ji hêla pisporên Terteleyê ve hatin nirxandin. Pêşengên çalakiyê ji bo zelalî û fêmkirina komkujiyê bal kişandin ser şêwrên bêalî û zanistî.

Berdevkê Platforma Bîra Hevpar Kazim Genç ji K24ê re got: “Platforma me di pencereya siyaset û îdeoljiyan de li vê mijarê nanihêre. Em tenê li ser komkujiyên di salên 1937 û 1938an de radiwestin û dixwazin di vî warî de daneyên berbiçav bi dest bixin. Komkujî di ser siyasetê de ye û armanca me jî ew e ku meseleyê ligel pisporan bi awayekî zanyarî zelal bikin.”

Di konferansê de akademîsyenan jî mijar birin beriya 4ê Gulana sala 1937an û ji serdema Osmaniyan heta Komara Tirkiyê nirxandin. Li gorî boçûnê wan nêzikatî û siyaseta herdu dewletan jî li Dêrsimê yek bûye û li ser nasnameya Kurd û Elewîtiyê polîtîkayên bişavtinê hatine meşandin. Ji bo serkeftina polîtikayan gelek rêyên cuda hatine ceribandin û vê yekê jî bixwe re komkujî aniye û bandora trawmayan heta roja îro jî berdewam e.

Pispor Candan Badem ji K24ê re wiha anî ziman: “Derbarê Dêrsimê de polîtîkayeke ku ji Osmaniyan hatiye wergirtin heye. Vê siyasetê di sala 1937an de rê li ber bobelateke mezin vekir, divê êdî em vê komkujiyê derxin serastiyê. Li gorî min ew rejîma salên 1930an bi temamî ne sekuler bû û di nav dewletê de kadroyên  Osmanî hebûn û wan li aliyekî polîtîkaya bişavtinê û li aliyê din jî ya sûnîkirinê pêk ve birin.”

Pisporan di çalakiyê de derûniya nifşên 2em û ya 3em jî nîqaşkirin. Di konferansê de hate destnîşankirin ku divê nifşên nû li ser Terteleyê bên agahdarkirin. Herwiha heta ku kêşe bi berpirsiyarên komkujoyê re jî neyê axaftin hewlên çareseriyê encam nedin. Ji bo vê yekê jî pêwistî bi rawestandina şer û aştiyeke mayînde heye.