"Berjewendiyên Kurdistan û Tirkiyê ji nakokiyan bêtir in"

Sefîn Dizeyî pêşwazî li pêngava Hikûmeta Tirkiyê kir, ku di dema nakokiyan de jî deriyên xwe yên sînorî negirt û şandina petrolê bi riya boriyên xwe ranewestand.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Sefîn Dizeyî) ragihand, tevî bûyerên sala derbasbûyî û ew rewşa ku hate pêş û jihevdûrketina di nav Herêma Kurdistan û Tirkiyê de çêbû, lê pêwendiyên herdu aliyan bi temamî nehatin birrîn.

Sefîn Dizeyî pêşwazî li pêngava Hikûmeta Tirkiyê kir, ku di dema nakokiyan de jî deriyên xwe yên sînorî negirt û şandina petrolê bi riya boriyên xwe ranewestand.

Di daxuyaniyekê de, ji bo ajansa Anadolê ya fermî a Tirkiyê, Dizeyî derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê got: Pêwendiyên di nav Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de, bihêz in û ji sala 1991ê ve ew pêwendî berdewam in, piştî bûyerên sala derbasbûyî, bi sedema jihevtênegihiştinê û ew rewşa ku hate pêş, dûrketinek di navbera herdu aliyan de çêbû, lê pêwendî bi temamî nehatin birrîn û xweşbextane di dema nakokiyan de jî, Hikûmeta Tirkiyê deriyên xwe yên sînorî û boriya şandina petrolê negirt, em pêşwaziyê li wê pêngava Hikûmeta Tirkiyê dikin.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, ku ew bihêvî ne, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê re û vexwendina wî bi awayekî fermî daku beşdariyê di merasîma sûndxwarinê ya serokê Tirkiyê de bike, pêngava yekem be ji bo bihêztirkirina pêwendiyên me, ji ber ku pêwendiyên me qut nebûne û em bihêvî ne ji berê jî baştir bibin.

Sefîn Dizeyî balkişand ser wê yekê, ku berjewendiyên di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de bigellekî ji nakokiyan bêtir in û got: Di baweriya min de, heger nakokî jî di nav me de hebin, berjewendiyên me bigellekî ji wan nakokiyan bêtir in û bi hêvî me di pêşerojeke nêzîk de, civînên baş di navbera herdu aliyan de bên lidarxistin û herdu alî karibin bi hev re hevkar bin, ji bo xizmetkirina berjewendiyê herdu aliyan li ser bingeha rêzgirtin li berjewendiyên dualiyane û ewlehî û aramiya navçeyê.

Dizeyî dilgiraniya xwe li ser hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî da xuyakirin û ragihand, ku hebûna wan çekdaran li wan navçeyan vedigere serdema rêjîma Sedam Hisên û ew ne bi razîbûna xelkê navçeyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine.

N.OTop of Form