Welatî li pêşya kunsulxana Amerîka li Hewlêr xopêşandan kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Bi sedan welatiyên Kurdên Kerkûkê, piştî ku ji deverên xwe mişext bûn û berê xwe dan Hewlêrê, herweha bi dehan çalakvan û rewşenbîr û kesatiyên Hewlêrê li pêşya kunsulxana Amerîka li Hewlêrê xwepêşandanek encamp dan.
Xwepêşanderan bêdengiya Amerîka û hevpeymana navdewletî hemberî êrîşa Heşda Şeibî û artêşê li ser Kerkûkê şermezar kirin.
Herweha xwepêşanderan behsa wê yekê kirin, ku Qasim Silêmanî ku li Kerkûkê ye û Amerîka ti helwestekê nade xuyakirin.
Beşekî din ji xwepêşanderan di axaftinên xwe de ji bo Kurdistan24ê bal kişandin ser rola hêzên Pêşmerge ku li gel hêzên Amerîka Iraq azad kirin û şerê terorê kirin.