20 sal bi ser girtina Abdullah Ocalan derbas dibin

Di 15ê Sibata sala 1999an de Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT bi alîkariya CIA û MOSSADê Ocalanî li Kenyayê girt û anî Tirkiyeyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Ocalan 20 salên pêş girtina xwe li Suriyeyê bû. Lewra 27ê Çiriya Paşînê ya sala 1978 an de li Fîsa Diyarbekirê PKKyê damezirand, piştî salekê jî çû Suriyeyê û PKKyê ji wir bi rê ve bir. Çi şerê çekdariyê ko di sala 1984an de destpêkiribû, çi jî agirbesta 1993 gelek bûyerên girîng di dîroka PKKyê de rû dan. Lê ya herî mezin û nedihat çaverekirin girtina wî bû. Ocalan ji ber gefên Tirkiyeyê neçar ma ji Suriyeyê derkeve. Lê ne Rusya, ne jî ti welatên Ewropayê deriyên xwe ji wî re venekirin. Di 15ê Sibata sala 1999an de Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê MÎT bi alîkariya CIA û MOSSADê Ocalanî li Kenyayê girt û anî Tirkiyeyê. Ocalan di dadgehkirina xwe de lêborîn ji dayikên leşkerên ko canê xwe ji dest dane xwest û ragihand ko ew ji bo aşitiya Tirkiyeyê amadeye xizmet bike.

Di encama dadgehkirinê de ji bo Ocalanî cezaya sêdarkirinê hate dayîn lê ev biyar piştre hate guhertin û cezaya zindanîkirina heta hetayê dan wî. 

PKK xwedî dîrokek 40 salan e û Ocalan çi 20 salên pêş girtina xwe çi jî 20 salên piştî girtina xwe her di rojeva Tirkiyeyê de bû, wekî îro.

Îro jî di pêşengtiya Parlementera HDPyê Leyla Gûvenê de 305 kes ji bo rakirina tecrîda li ser wî girêva birçîbûnê dikin. Lewra Ocalan ji şikestina pêvajoya aşitiyê heta niha tenê karî 2 caran malbata xwe bibîne. Hevdîtina dawî meha borî çêbûbû. Hikûmeta Tirkiyeyê ji nişkave Mehmet Ocalanî biribû Îmraliyê û Abdullah Ocalan û birayê wî hevudu dîtibûn. Gelek kes hêviya pêyameke siyasî bûn lê di derbarê naveroka wê hevdîtinê de tiştek nehate eşkerekirin. Jixwe Koma Civakên Kurdistanê KCK jî bi awayek lezgîn ragihandibû ko ev hevdîtin ji bo şikênandina berxwedana PKKyê lîstikeke hikûmetê ye. Tecrîda li ser Ocalanî ranebûye û divê grevên birçîbûnê berdewam bike.

Wekî ko KCK ragihandî grevên birçîbûnê berdewam dike û Leyla Gûven 100 roj in berxwe dide. Hikûmeta Tirkiyeyê jî bêdengiyê hilbijartiye û nediyar e ev rewşa aloz dê heta kûderê berdewam bike.

Jixwe rewş bi giştî aram niye. Rojane endam û rêveberên HDPyê tên desteserkirin û dijî PKKyê jî operasyonên dijwar û berdewam bi rê ve diçe. Di dema pêvajoya aşitiyê de aramiyek peyda bûbû hêviya wê yekê dihat kirin ko pirsa kurdî çareser bibe û PKK dest ji çekan berde.  Lê ew pêvajoa ser neket û şer û alozî bi dijwarî vegeriya. Ji bo destpêkirina pêvajoyek nû jî ti nîşane niye.

 

 

C.B