Encûmena bilind a referandomê bersiva bedîlê serxwebûnê dide

Îro encûmena bilind a referandomê bicive û bersiva bedîlê civaka nandewletî bide, ku roja pêncşema derbasbûyî pêşkêşî serokê Herêma Kurdistanê hat kirin.

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e îro encûmena bilind a referandomê bicive û bersiva bedîlê civaka nandewletî bide, ku roja pêncşema derbasbûyî pêşkêşî serokê Herêma Kurdistanê hat kirin.

Jêderekî ji polîtbîroya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ji Kurdistan 24ê re ragihand: "Îro encûmena bilind a referandomê dicive û bersiva xwe li ser bedîlê civaka navdewletî dide û li ser pêkanîna şandekê ji bo diyalogê li gel Bexdayê gotûbêjan dikin."

Li gorî zanyariyên ku endamê encûmena bilind a referandomê Mihemedê Hecî Mehmûd ji rojnameya Şerq El-Ewset re ragihandibû, bedîlê civaka navdewletî ku ji aliyê Brett McGurk, şanderê Netewên Yekgirtî, balyozên Amerîka, Birîtanya û Firensa ve hatibû pêşkêşkirin, tê de civaka navdewletî ji Herêma Kurdistanê doxwaze du salan referandomê paş bixe û di beramber de, wê ew welatana doseyê bibin nav gotûbêjên Netewên Yekgirtî û çavdêriya gotûbêjên çarekirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdyê de bikin."