Li Semsûrê yekem tîma “Harfane” ya Kurdî hate avakirin

Li Semsûrê ji berê ve civatên stranbêjiyê yên wek “Herfane“ tên binavkirin têne gerandin. Komeke mûzîkhezên Kurd jî yekem koma “Herfane” ya Kurdî damezrand û stranên xwe dibêjin.
kurdistan24.net

 

K24 – Semsûr

Li Semsûrê ji berê ve civatên stranbêjiyê yên wek “Herfane“ tên binavkirin têne gerandin. Komeke mûzîkhezên Kurd jî yekem koma “Herfane” ya Kurdî damezrand û stranên xwe dibêjin.

Semsûra Kurdistanê ji ber ku mazûvaniya bi dehan şaristaniyan kiriye û bi dîroka xwe ya qedîm bûye mijara gelek stranan û di warê muzîkê de jî xwedî dewlemendiyekê ye. Di heyama Osmaniyan de şêniyên bajêr, dikandar û esnaf piştî karê xwe bi dawî dikirin û taybetî jî dawiya hefteyê, di malan de kom dibûn û civatên stranbêjiyê digerandin.. Di nava gel de navê wan civatan şevbihêrk ango herfane tê gotin û îro jî ev kelepora qedîm her berdewam dike. Li bajêr berê şevbihêrkên bi Tirkî dihatin kirin û niha jî digel vê ji aliyê komeke mûzîkhezên Kurd ve tîmeke Herfanê ya kurdî hatiye damezrandin. Ev tîm jî stranên herêma Semsûrê yên Kurdî distrînin.

Damezrînerê tîma Herfaneya Kurdî Nûrî Bûyûkyolcu ji K24ê re wiha axivî: “Dîroka herfaneyê pir kevn e yanî. Wextê ku 30 hezar gelheya Semsûrê hebû, wê hingê mezinê me hebûn. Wana herfane dikirin lê belê ne tenê mûzîk dikirin. Li taxê hemû kom dibûn şevê, peşkeş diavêtin û  pêşk kîjanê diket, şevê mala wî de dibûn. Di wê malê de dibûn mêvan, mûzîk dikirin, pere kom dikirin û kîjan feqîr be ji wî re alîkarî dikirin.”

Endamên tîma herfaneya Kurdî diyar dikin ku berê li Semsûrê bi saya şevbihêrkan, têkiliyên di nava gel de pir xurt bûne û ew jî dixwazin vê keleporê careke din bi Kurdî zindî bikin. Îbrahîm Xelîl Ozbey jî dibêje ku muzîka me û Kurdistana başûr gelekî dişibîn hev û eger fersenda me çebibe em dixwazin rojekê biçin Kurdistanê û bernameyêkê saz bikin.

Endamê tîma herfaneya Kurdî Îbrahîm Xelîl Ozbey dibêje: “Birastî muzîkên me û Iraqê nêzîkî hev in ji aliyê Kurmancî ve. Apê min Nurî got çima herfaneya Tirkan heye û ya me Kurdan tuneye? Piştre projeyek xêzkir û înşellah ji niha û şûnde vê tîma me werê Iraqê. Em dikarin herin Suriyeyê jî, Yemenê jî em dikarin biçin gişt deveran. Înşelleh apê min destê me girt, projê xezkiriye û em dikarin edî biçin hemû deveran.”

Herwiha li Semsûrê di kolanên arkeolojîk de gelek amûrên muzîkê yên şaristaniyên kevn hatine dîtin û amûrên fûyî û jenî mirov dikare wek mînak bide. Ev amûr jî niha li Muzexaneya Bajêr a Semsûrê tên pêşandan.