Firokeyeke Rûsî bi 71 rêwiyan ve kete xwarê

Firokeyeke medenî ya Rûsyayê bi 71 rêwiyan li navçeyekê nêzîkî Moskoyê kete xwarê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke medenî ya Rûsyayê bi 71 rêwiyan li navçeyekê nêzîkî Moskoyê kete xwarê.

Li gor medyayên Rûsyayê, firoke ku 71 rêwî tê de bûn, piştî 7 xulekan ji firînê li navçeyekê nêzîkî Moskoyê kete xwarê.

Firokeya Rûsî ji cureya Antonov An148 e û ser bi hêla Saratova ve ye, li navçeya Raminkeyê li nêzîkî Moskoyê ket xwarê.