Wezîra Derve ya Nemsa dozekê li berpirsên Kurdistan û Iraqê dike

Wezîra Derve ya Nemsa: Berî çar salan dema peydabûna DAIŞê, Kurdistan û Iraqê rêketinek encam dan, pêwîst e li ser wê rêketinê berdewam bin û petrola Iraqê, ji hemû xelkê Iraqê re ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîra Derve ya Nemsa Karin Kneissl, di kongireyekî rojnamevanî de, derbarê pêwendiyên di nav Herêma Kurdistan û Bexdayê de, bersiva pirseke peyamnêrê Kurdistanê24 da û daxwaza hevrêziyeke bêtir ji herdu aliyan kir.

Karin Kneissl derbarê pêşhatên siyasî yên Iraqê ji K24ê re got: Pêşbînî dikim Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di hemû arasteyan de, ji bo gelê Kurdistan û yê Iraqê kar bikin, ev pirs jî di destpêkê de, piştê bi çawaniya dabeşkirina petrolê di navbera herdu aliyan de girêdide.

Kneissl diyar kir, ku çar salan berî niha û di destpêka peydabûna DAIŞê de, Kurdistan û Iraqê rêketinek encam dan, pêwîst e li ser wê rêketinê berdewam bin û petrola Iraqê, ji hemû xelkê Iraqê re ye.

N.O