Tirkiye: Li Efrînê namînin

Tirkiye radigihîne, ta çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re were dîtin, ewê ji Efrînê derkevin û Efrînê radestî encûmenekê ku ji xelkê Efrînê pêk bê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye radigihîne, ta çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re were dîtin, ewê ji Efrînê derkevin û Efrînê radestî encûmenekê ku ji xelkê Efrînê pêk bê.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bekir Bozdag di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew rêzê li yekperçeyîya xaka Sûriyê digirin û ti carî di plana wan de nîn e ku bajarê Efrînê dagîr bikin.

Bozdag got, wek çawa navçeyên “Mertala Ferêt” radestî encûmenên xwecihî bûn, li Efrînê wî karî dikin û rêvebiriya bajêr didin dest encûmenekê ku ji xelkê Efrînê pêk bê.

Tekez kir jî, ya girîng ew e çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re were dîtin, ji ber ku bijardeya leşkerî ne çareserî ye û nabe Sûriye bibe qurbaniya nakokiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de.

Ev daxuyaniyên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê di demekê de ne, duhî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, divê Tirkiye herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê radestî rêjîma Sûriyê bike.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê piştî şerê nêzîkî du mehan, roja 18ê Adara bûrî Efrîn girtin, ta niha jî çekdarên opozîsyona Sûriyê di nava bajêr de ne dizî, talan û revandina welatiyên Efrînê dikin.

Her wiha xelkê Efrînê di rewşeke mirovî ya xirab de ye ku kêmbûna xwarin, vexwarin, derman û hemû pêwîstiyên jiyanê hene, ji bilî ku bi hezaran jî derbiderê Efîrnê rê ji bo wan naye dayîn vegerin gund û bajarên xwe.

 

S. B