“Tirkiye li hember piştguhkirina Kurdan, bazarê bi Rûsyayê re dike”

Rojnameya “Le Monde” a Fransî nivîsiye “Tirkiye amade ye bazarê bi Rûsyayê re bike, ta li hemberê Kurdên Sûriyê bên piştguhkirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya “Le Monde” a Fransî berî civîna Sochiyê ya ku biryar e di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê roja 22 vê mehê bi rê ve biçe, nivîsiye “Tirkiye amade ye bazarê bi Rûsyayê re bike, ta li hemberê Kurdên Sûriyê bên piştguhkirin.”

Rojnameya Fransî nivîsiye “Enqere rexneyên xwe li hember Serokê Sûriyê Beşar Esed kêm kirine, niha jî li ser çareseriya siyasî diaxive, ta yekperçeyîya wî welatî biparêze û destkeftên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bidest xistine û Enqerê jê nîgeran e, têk biçin.”

Le Mondê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu wek nimûne aniye, ku di konferanseke rojnamevanî de gotibû, “Niha ne tenê Rûsya û Îran behsa mana Esed dikin, belkû Sûidiye û Fransa jî heman helwestê didin û dibêjin: Dibe Esed di desthilatê de bimîne. Pêwîst e em jî bihest tev negerin. Her çend e ew jî bi wateya wê nayê ku komdengî li ser mana Esed di desthilatê de bimîne, wiha asan be.”

Mewlûd Çawûşoglu piştî civîna ligel wezîrên derve yên Rûsya û Îranê li Antalyayê got: “Serkirde di civîna Sochiyê de hewla dariştina nexşerêyekê didin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê.”