Tirkiye amadekariyên êrîşa li ser Efrînê dike

Arteşa Tirkiyeyê dê êrîşê bingehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Rojavayê Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyeyê dê êrîşê bingehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li Rojavayê Kurdistanê bike.

Rojnameya “Sabah” ya Tirkiyeyê ragihand ku Arteşa Tirkiyeyê û Arteşa Azad a Sûrî li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

Di çarçoveya operasyonê de hejmarek zêde wesaîtên zirxpoş, tank, top û hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser sînorên Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.

Li gor wê rojnameyê jî, arteşa Tirkiyeyê dê piştî Cejna Remezanê digel Arteşa Azad a Sûrî êrîşê bingehên YPGê yên li Afrîn, Tel Rifat û Bingeha Asimanî ya Minigê bikin.

Duh, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Sûleyman Soylu gotibû, dê di çend rojên pêş de li hemberî rêxistinên terorê dest bi operasyonên dijwartir bike.