YNK encamdana referandûmê û aktîvkirina palementoyê gotbêj dike

Biryar e îro Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina derbarê encamdana referandûmê û aktîvkirina parlementoya Kurdistanê li Silêmaniyê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo guftûgokirina derbarê encamdana referandûmê û aktîvkirina parlementoya Kurdistanê li Silêmaniyê bicive.

Roja Pênşema borî 15 Hizêranê Encûmena Serkirdayetiya YNKê civiyabû, lê di civînê de ti biryar yan pêşniyazeke nû ranegihandibû, îro jî careke din li ser encamdana referandûmê û aktîvkirina parlementoyê û çend pirsên din dicive.

Civîna Encûmena Serkirdayetiya YNKê piştî wê tê, ku roja 13 vê mehê di civîna Polîtburoya PDK û YNKê li Hewlêrê de, pêşniyazeke nû bo aktîvkirina parlementoyê kiribûn, lê ew pêşniyaz ji aliyê Tevgera Goranê û Komela Îslamî ve nehat qebûlkirin.