PDK kandîdê xwe ji bo Serokomariyê, hefteya bê eşkere dike

Hefteya bê Partiya Demokrat a Kurdistanê navê kandîdê xwe ji bo postê Serokomar pêşkêşî Parleman dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Hefteya bê Partiya Demokrat a Kurdistanê navê kandîdê xwe ji bo postê Serokomar pêşkêşî Parleman dike.

Mehmûd Mhemmed, Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Kurdistan24 re ragihand ku, biryar bû ligel Yekîtî li ser diyarkirina kandîdek bo postê Serokomar rêkbikevin, lê YNK bêyî ku Partî agahdar bike, kandîdek ji bo wî postî diyar kir. Got jî, ligor îstihqaqê diyarkirina kandîdek ji bo vî postî, ji mafê PDK ye. Amaje bi wê yekê kir ku, kandîdê Partî ji bo vê postî dê hebe û kar ji bo derçûna vî kandîdî dikin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, duhî Damezrênerê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê Behram Salih, ku berê Cîgirê Duyem û YNK bû, yekser girt nav rêzên xwe û ew wekî kandîdê xwe yê Serokomariyê destnîşan kir. Beşek mezin ji Hevpeymaniyê ji vê biryara Berhem Salih ne razî bûn û berovajî biryara wî ku ne ligel beşdarî di Hilbijartinên Kurdistanê de bû, biryar girtin ku beşdarî hilbijartinê bibin…

 

 

C.B