Fûad Elîko: Em hewl didin wek ENKS li Riyazê amade bibin

Endamê Kurd di Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de, Fûad Elîko aşkere dike, tê xwastin ku kongreya Riyaza 2 wek platformeke nû û bi nêrîneke nû bê avakirin. ENKS jî kar dike bo di kongreya Riyaza 2 de wek ENKSê beşdar bibe, ne wek beşeke ji Îtîlafê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Kurd di Desteya Siyasî ya Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de, Fûad Elîko aşkere dike, tê xwastin ku kongreya Riyaza 2 wek platformeke nû û bi nêrîneke nû bê avakirin. ENKS jî kar dike bo di kongreya Riyaza 2 de wek ENKSê beşdar bibe, ne wek beşeke ji Îtîlafê.

Endamê Desteya Siyasî ya Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Fûad Elîko ji K24ê re ragihand, kilîta çareseriya krîza Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsyayê de ye. Di dema dawî de stratejiya Amerîka ya derbarê krîza Sûriyê de li ser 4 xalan tên avakirin, ew jî şerê terorê, avakirina deverên kêmkirina şer, lawazkirina rola Îranê û piştre nuh derbasî pirsa çareserkirineke siyasî ji Sûriyê re.

Derbarê civîna Riyazê de ya ku biryar e di rojên bê de lidar bikeve Elîko got, Cenev tevî ku serkeftin tomar nekiriye, lê dimîne cihê danûstandinê ya sereke. Niha fişar li opozîsyonê tên kirin, ku Platforma Qahîre û Platforma Moskoyê jî li Riyazê amade bibin û hemû alî bi şandekê biçin Cenevê.

Herwiha Elîko diyar kir ku, Platforma Moskoyê red kir bê Riyazê. Lê diyar dibe ku Platforma Qahîrê dê bê Riyazê, lê dîsa hin danûstandin hene bo amadebûna wê paltformê.

Elîko aşkere kir jî, tê xwastin ku kongreya Riyaza 2 wek platformeke nû û bi nêrîneke nû bê avakirin. ENKS jî kar dike bo di kongreya Riyaza 2 de wek ENKSê beşdar bibe, ne wek beşeke ji Îtîlafa opozîsyonê.

Elîko amaje bi wê jî, pirsgirêka Kurdî li Sûriyê girêdayî pirsgirêka Sûriyê ya bi tevahî ye. Ti kes jî nikare xwe di ser pirsa Kurdî bavêje, bêyî çareserkirina pirsa Kurdî. ENKS jî bo daxwaz û doza Kurdî di Sûriyê de kar dike.