YNK hewla paşxistina civîna Parlemantoyê dide

Endameke Serkirdatiya YNKê aşkere dike, îro guftûgo derbarê pêkanîna hikûmtê berdewam dibin û YNKê hewl dide civîna siba 18ê Sibatê ya Parlemantoya Kurdistanê bipaş bixe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endameke Serkirdatiya YNKê aşkere dike, îro guftûgo derbarê pêkanîna hikûmtê berdewam dibin û YNKê hewl dide civîna siba 18ê Sibatê ya Parlemantoya Kurdistanê bipaş bixe.

Endama Serkirdatiya YNKê Bilîse Cebar Ferman ji K24ê re ragihand, “Îro guftûgo di nava YNKê de berdewam dibin û hewl didin civîna Parlemantoyê were paşxistin, ji bo rêkeftin li reşnivîsa ku YNKê pêşkêşî PDKê kiriye bê kirin û piştre Parlemanto bicive.”

Got jî: “Pirsgirêka me ya sereke bi PDKê re li ser Kerkûkê ye. Bi me baş e hemû pirsgirêk bi yek paket rêkeftin li ser bê kirin, lê nerîna PDK cuda ye.”

Ev di demekê de ye, duhî PDK û YNKê careke din bo pêkanîna hikûmetê civiyabûn, biryar e jî Polîtburoya YNKê bicive û dawî helwesta xwe di vê derbarê de bide PDKê.

 

S. B