Xelkê Besra Herêmeke serbixwe dixwazin

Xwepêşanderên Besra, ji bilî bilindkirina daxwaza peydakirina xizmetkariyên av û kehrebê, ji Kurdistan24ê re gotin: Em dixwazin ku Besra herêmeke serbixwe be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Xwepêşanderên parêzgeha Besra li başûrê Iraqê, rijd in li ser daxwazên xwe heya ku Hikûmeta Iraqê xizmetkariyan ji wan re peyda bike. Hin ji xwepêşanderan, ji nûçegihanê K24ê Şivan Cebarî re axivîn, ku ewê xwepêşandanan berdewam bikin heya ku daxwazin wan bên bicîkirin.

Hin xwepêşanderên din, ji bilî bilindkirina daxwaza peydakirina xizmetkariyên av û kehrebê, ji Kurdistan24ê re gotin: Em dixwazin ku Besra herêmeke serbixwe be.

Ev bû bêtirî hefteyekê xwepêşandan li Besra û parêzgehên din ên başûr û navenda Iraqê berdewam in û tevî kuştina bêtirî 12 xwepêşanderan û birîndarbûna dehan xwepêşander ji aliyê hêzên emnî ve, lê hîna xwepêşander rijd in li ser daxwazên xwe.

N.O