Bexadyê Rêvebirê Polîsê Tirafîka Kerkûkê ji kar dûrxist

Hikûmeta Bexdayê Rêvebirê Polîsê Tirafîka Parêzgeha Kerkûk eqîd Şêrzad Ehmed ji postê wî dûr xist û emîd Cemal Hekîm Mihemed li şûna wî destnîşan kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hikûmeta Bexdayê Rêvebirê Polîsê Tirafîka Parêzgeha Kerkûk eqîd Şêrzad Ehmed ji postê wî dûr xist û emîd Cemal Hekîm Mihemed li şûna wî destnîşan kir.

Di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê, eqîd Şêrzad ew nûçe piştrast kir û diyar kir, ku ew biryar ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Polîsê Tirafîka Bexdayê ve derketiye.

Got jî: Tevî ku ez nerazî me bi vê biryarê û min nerazîbûna xwe gihandiye berpirsên ser xwe, lê ezê pêbendî biryarê bim û niha ti pêwendiya min bi Rêveberiya Tirafîkê re nema ye.

Eqîd Şêrzad Ehmed berî niha li ser pişka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanî ew post wergirtibû.

Piştî dagîrkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ve, ev çendîn car e, Hikûmeta Iraqê biryarên wiha derdixe û heya niha hejmareke mezin ji berpirsên Kurd ji postên emnî û îdarî dûr xistiye.

N.O