Keleha Tileferê hat kontrolkirin

Lîwa Fazil Berwarî ji K24ê re ragihand, hêzên wan keleha dîrokî ya bajarokê Tileferê kontrol kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê di Dijeterora Iraqê de Lîwa Fazil Berwarî ji K24ê re ragihand, hêzên wan keleha dîrokî ya bajarokê Tileferê kontrol kir.

Fazil Berwarî tekez kir, ji ber şikestina çekdarên DAIŞê li Mûsila Kevin, niha karîna bergîrîkirina DAIŞê li hember hêzên Iraqî nemaye.

Got jî, bi kontrolkirina Keleha dîrokî ya Tileferê, erkê Hêza Dijeterora Iraqê li bajarokê Tileferê bidawî dibe.

Hêzên Iraqî û mîlîşyatên Heşda Şeibî ku piraniya çekdarên wan Şîeyên Iraqê ne, ji 3 aliyan ve û bi hevkariya esmanî li dijî pêgehên DAIŞê li parêzgeha Neynewayê dest pê kirine.

Fermandarên meydanî yên hêzên Iraqê pêşbînî dikin, şer gelekî dirêj neke û beşek jî pêşbîn dikin heta serê meha bê, tevahiya navçeyên Tileferê ji destê DAIŞê bêne kinrtolkirin.

Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî roja 20 Tebaxê destpêkirina operasyona kontrolkirina Tileferê ragihand.

Bajarê Tileferê yek ji mezintirîn qezayên Neynewayê ye. Nêzîkî 80 K.M li rojavayê Mûsilê ye û nêzîkî sînorê Sûriyê. Nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn.