Jineke Kurd li Brîtanyayê hat kuştin

Jineke Kurd ya bi navê Avan Necmedîn li bajarokê Fenton yê ser bi Stoke On Trent a Brîtanyayê ji aliyê kesan ve tê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jineke Kurd ya bi navê Avan Necmedîn li bajarokê Fenton yê ser bi Stoke On Trent a Brîtanyayê ji aliyê kesan ve tê kuştin.

Avan a temen 32 salî dayika 4 zarokan e û zarokên di navbera 4 û 11 saliyê de ne, piştî ku zarokên wê li dibistanê dimînin û diya wan lê napirse, metirsî çê dibe ku tiştek bi serê wê de hatibe.

Li gor nûçeyeke rojnameya “metro” a Brîtanî, ta niha sedema kuştina wê jinê nayê zanîn, lê polîsa Fentonê 3 kes bi tometa kuştina Avan desteser kirine.

Avan roja Sêşemê 2ê vê mehê di mala xwe de tê kuştin, polîs ragihand ku lêkolîn berdewam e û daxwaz ji welatiyan dike her kesê zanyarî derbarê kuştina wê de hebe, serdana binkeyên polîs bike.

 

S. B