Lavrov: Divê Amerîka li Sûryê bi agir nelîze

Lavrov: Kiryarên Amerîka li Sûryê, wî welatî ber bi dabeşkirinê ve dibin û em ji bizavên dabeşkirina Sûryê dilgiran in.

K24 - Navenda Nûçeyan

Careke din wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov Ragihand, ku Amerîka Kurdan ji bo dabeşkirina Sûryê bikar tîne.

Sergey Lavrov di foruma Valday de, ku li Mosko tê lidarxistin, ragihand ku  hin alî hene dixwazin rewşa aloz ya Sûryê ji bo berjewendiyên xwe yên ciyosiyasî bikar bînin.

Lavrov got jî: Kiryarên Amerîka li Sûryê, wî welatî ber bi dabeşkirinê ve dibin û em ji bizavên dabeşkirina Sûryê dilgiran in.

Navhatî hindaxuyaniyên xwe yên berî niha dubare kir, ku Amerîka Kurdan li Sûryê bikar tîne daku wî welatî dabeş bikin û ji Washingtonê xwest ku li Sûryê bi agir nelîze.